Asayîşa PDK’ê 3 rojnamevanên ku ji bo şopandina xwepêşandanê çûbûn, li Hewlêrê hatin girtin.
Biryar bû li cihên ku di gotin, karên fuhuşê lê dihatin kirin, bi taybet ku li nav gundê Lubnanî yê Hewlêrê, xwepêşandan bihata li darxistin.
Çend nûçegihaanên ku ji bo şopandina xwepêşandanê çûbûn, ji aliyê hêzên PDK’ê ve 3 rojnamevan hatin binçavkirin.
YNK: Pêwîste sînorek ji binpêkirinên Asayîşa PDK’ê re were danîn
Ofîsa Ragihandinê ya YNK’ê jî di derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û bertek nîşanî girtina rojnamevana da.
YNK’ê got:
“Îro Hêzên PDK’ê yên parêzgeha Hewlêrê, 2 rojnamevanên Saziya Medya Kurdistanê binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birin.
Em berpirsyartiya jiyanî ya hevkarên xwe dixin stûyê Hêzên PDK’ê ya Hewlêrê û daxwaz dikin ku demil dest werin berdan.
Bang li raya giştî ya cîhanê û Kurdistanê dikin ku sînorek ji bo binpêkirinên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan diyar bikin û êdî ji bo buyerên wiha rê neyê dayîn.



