Tifaqa Ked û Azadiyê metna lihevkirina polîtîk eşkere kir

Tifaqa Ked û Azadiyê metna helwest û lihevhatina polîtîk a derbarê hilbijartinê eşkere kir.
Tifaqê diyar kir wê Partiya Çep a Kesk li 81 bajaran bikeve hilbijartinê.

Tifaqa Ked û Azadiyê, helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinê û metna lihevhatina polîtîk bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ve hate dayîn.

Akin, anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê weke hilbijartina Serokkomariyê, hilbijartina parlamenteriyê de jî armanc dike ku rejîma yekzilamî bi dawî bike û wiha got:

“Em bawer dikin wê tifaqa me di hilbijartinê de piştgiriyeke mezin bi dest bixe”

“Tifaqa me ya avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyê bawer dike wê ji hilbijartinan piştgiriyeke mezin a gel bigire.

Ji aliyê kedê, aştiyê, demokrasiyê ve nûnertiya Meclisê ya bi hêz bi dest bixe.”

Partiya Çep a Kesk li 81 bajaran, tîp jî li 49 bajaran dikevin hilbijartinê

Akin, destnîşan kir ku EHP, EMEP, HDP, SMF û TOP a di nava tifaqê de cih digirin wê li 81 bajaran ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk bi awayekî hevkar bikevin hilbijartinê.

Her wiha TÎP jî wê li 49 bajar û 52 herêmên hilbijartinê bi logoya xwe bikevê û li hemû bajarên din wê piştgiriya Partiya Çep a Kesk bike.

Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, mitebaqata tifaqê ya têkildarî hilbijartinan wiha aşkere kir:

Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin

“Hemû herêmên hilbijartinê hatine lêkolînkirin, hem ji aliyê deng hem jî ji aliyê parlamenteran ve qezenckirin hatiye armanckirin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev biryara me wê xizmetê ji gelên bindest, kedkar, karker, jin, ciwan û hemû beşên gelan re bike.

Bi hemû pêkhateyên wê re wê Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinan de ser bikeve. ”

Tifaqa Ked û Azadiyê di pûsûlaya denganê de di rêza 9’an de ye

Li aliyê din YSK rêza partiyan a di pûsûlayê de di rêza çendan de cih bigre eşkere kir.

Li gor pûsûlayê Tifaqa Ked û Azadiyê di pûşûşaya dengdanê de rêza 9’emîn de cih girte.

Back to top button