Li Îran û Rojhilatê kurdistanê zextên dewleta Îranê a li dijî jinan zêdetir dibe.
Waliyê Hemedanê ya Îranê bang kir ku ji bo jinên li gor ferzkirina hicabê tevnagerin xizmet neyê kirin.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû berdewamiya serhildana jî desthilata Îranê guh nade daxwazên welatiyan û hewil didin bi zorê hin qanûnan li ser jinan ferz bikin.
Li gorî nûçeya JINHA’yê waliyê Hemedanê ya Îranê Alîreza Ghasemi Farzad, duh, di civînekê de bang li rêveber û berpirsên saziyên cîbicîkar ên eyaleta Hamedanê kir ku li cihê kar û ofîsan bikaranîna hicabê ferz bikin.
Her wiha bang li bankayan kir ku ji jinên hicabê li xwe nekin re xizmetê nekin.
Rayedarê Îranê ferman da komên werziş û ciwanan ku ji bo li navendên werzîşê hicaba ferzkirî pêk bînin, tedbîrên pêwîst bigrin.