Tifaqa Ked û Azadiyê wê sibe mutabaqata hilbijartinê eşkere bike

Tifaqa Ked û Azadiyê ragihand ku wê sibe metna mutabaqata helwest û polîtîk a têkildarî hilbijartinan eşkere bike.
Li aliyekî din, vekirina navendên Partiya Çep a Kes li Botanê vediguherin şahiyan.

Li Tirkiy û Bakurê Kurdistanê atmosfera hilbijartinên giştî welat pêça ye.

Bi nêzbûna dema hilbijartinê re, partî namzetên xwe yên parlamenteriyê diyar dikin.

Ev rewş ji bo partiyê di nava tifaqan de hîn zêdetir girîng dibe.

Beriya bidawîbûna dema ji bo radestkirina namzetên partiyan, xebatên dawî têne kirin.

Tifaqa Ked û Azadiyê wê sibe metna mutabaqata helwest û polîtîk a têkildarî hilbijartinan eşkere bike.

Hevserok, hevberdevk, serok û nûnerên partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin wê sib saet di 11.00’an de li Yekitiya Mulkiyeyiyan a Enqereyê bicivin.

Bernamzetên parlamenteriyê li Amdeê belavok belav kirin

Li aliyekî din, Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê bi bernamzetên parlamenteriyê re civînek li dar xist.

Piştî civînê jî li Sûrê bi hev re belavok belav kirin.

Civîn, li hotêleke Sûrê hate lidarxistin û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn tevî hevserokên DBP, HDP yên Amedê û rêxistinên din amade bûn.

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn di civînê de axivî û got;

Wê deshilata AKP-MHP’ê di hilbijartinê de têk bibin.

Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt çareser dibe.

Em ê piştî hilbijartinê jî bi hev re ji bo avakirina demokrasî û azadiya welêt bixebitin.”

Piştî civînê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gel bernamzetên parlamenteriyê li Qada Şêx Seîd û semta Şehîtlîk a Bajarê Nû belavok hatin belavkirin.

Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî xebata hilbijartinê dan.

Li Botanê xebatên hilbijartinê veduherin şahiyê

Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Şirnexê, li bajêr buroya hilbijartinê ya jinan ya despêkê li Silopiyayê vekir.

Piştî fitarê bi beşdarbûna bi sedan kesî li Taxa Cûdiyê buroya hilbijartinê hat vekirin.

Girseya ku li ber buroyê kom bû, li ber stranan govend gerand.

Partiya Çep a Kesk a Sêrtê ki Sêrtê buruya hilbijartinê ya jinê vekir.

Di vekirina buroyê de wiha hat gotin: “Em bi hêvî ne, piştî 14’ê Gulanê de deriyên zindanan bên vekirin.”

Back to top button