DAY: Biryara Îranê ya dewlemendkirina Uranyomê, “gefeke nuklerî” ye

DYA’yê biryara Îran a dewlemendkirina Uranyomê şermezar kir û gava wê, weke “gefeke nuklerî” bi nav kir.

Berdevê Wezareta Derve ya Amerîkî da zanîn ku, dewlemendkirina Uranyomê bi rêjeya 20%, hewldaneke diyar a xurtkirina pêngava nuklerî ye û got ku;

“Ev gav teqez dê têk biçe û Saziya Navneteweyî ya Enerijiya Atomî, dê çalakiyên Îranê yên nuklerî bişopîne û agahiyan di vê derbarê de pêşkêş bike.”

Îranê jî ji aliya xwe ve da xuyakirin ku, hilweşîna lihevkirina nuklerî pêkan e û ew amade ne ku bê wê bijîn.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Îraqçî destnîşan kir ku hemû baregehên Amrîkayê yên li herêmê di bin çavdêriyê de ne û anî ziman ku, ew amade ne bersivê bidin her êrîşa wê, eger pêk bên.

Tingijînên Îran û Amerîkayê piştî kuştina Qasim Silêmanî, Ebû Mehdî El-Muhendis û herî dawî ji ber mijara Uranyomê, derketine asta her jor û herdu alî rojane gefên êrîşan li hev dixwin.

Back to top button