Arteşa Tirk a dagirker 414 caran herêmên parastina yên medyayê bombebaran kir

HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi balafirên şer, 414 caran jî bi çekên giran qadên wan bombebaran kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Li gorî vê:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

7’ê Tîrmehê gerîlayên YJA Starê bi çekên giran derb li kozikên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê xistin.

Li heman qadê hêzên gerîlayan di 9”ê Tîrmehê de sîstemeke kamera ya mobesseyê ya dagirkeran îmhakirin.

Bi domdarî HPG’ê da zanîn 5’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li Zapê operasyonek pêk anî û got:

Ev operasyon hîn jî dewam dike.

Dagirkerên ku dixwazin li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi cih bibin, bombeyan li vê qadê dibarînin û daran dibirin.

Têkildarî êrişên qirkeriyê yên arteşa Tirk jî HPG’ê ev agahî parve kirin:

7 û 8’ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên herêma Rojavayê Zapê, Garê û Metînayê bi giştî 16 caran bi balafirên şer

414 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

HPG’ê nasnameya fermandarek şehîd bûyî eşkere

Back to top button