Li Oqyanûsa Atlantîk 300 koçber winda ne

Ji 3 botên ku bêtirî 300 penaberên dixwestin ji Senegalê ber bi Giravên Kanarya ve herin, agahî nayên girtin.
Ev koçber li Oqyanûsa Atlantîk winda bûne.

Li gorî nûçeya Reutersê, Berdevka rêxistina sîvîl a Spanyayê Caminando Fronteras (Sînorên Dimeşin) Helena Maleno ragihand ku beriya 15 rojan 3 botên ku ji Senegalê diçûn Giravên Kanarya yên Spanyayê di Oqyanûsa Atlantîk de winda bûne.

Helena Maleno diyar kir ku di yek ji botan de nêzî 200 û di her duyên din de jî 65 koçber hebûn.

Tê îdiakirin ev koçber 15 roj berê ji peravên herêma Kafountine ya li başûrê Senegalê derketine.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2022’an de koçberên ku dema dixwestin xwe bigihînin Giravên Kanaryayê, 22 ji wan zarok herî kêm 559 kes mirin.

Li gorî Caminando Fronteras hejmara koçberên sala borî di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane hezar û 784’e.

Back to top button