Li Çînê êrişî dibistanek dayîkê hate kirin: 6 mirî û yek jî birîndar e

Li Çînê li dijî dibistaneke dayîkê ya zarokan êrişek pêk hat.
Di êrişê de 3 jê zarok 6 kes mirin û yek jî birîndar bû.
Ev êriş li Çînê bû mijara herî zêde cihê xwe di rojeva welat de girtî.

Êrîş li ser platforma medya civakî ya Çînê Weibo, bû bûyera herî temaşe û şîrovekirî ya rojê li ser hatî kirin.

Ev bûyera ku doh danê êvarî pêk hatî bêtirî 130 mîlyon kesî temaşe kirin.

Li gor agahiyên despêkê li eyaleta Guangdong a li başûrê rojhilatê Çînê di êrîşa bi kêrê da 3 jê zarok 6 kes mirin û kesek jî birîndar bûn.

Ajansa Reutersê ragihand ku êrîş li gorî saeta herêmî saet 07:40’an de li ser baxçeyê zarokan pêk hatiye.

Di êrîşa bi kêrê ya mijara gotinê de 3 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Polîsan diyar kirin ku êrîşkarê bi navê Wu yê 25 salî û li bajarê Lianjiangê dijî hatiye girtin û sedema êrîşê jî tê lêkolînkirin.

Back to top button