Koçberan hikumeta Hollanda hilweşand!

Serokwezîrê Hollanda Rutte yê ji siyaseta li nava welat bêzar bûyî ragihand ku ew ê di hilbijartinên bê de, serokatiya partiya xwe neke.
Rutte got: Piştî avabûna hikumeta nû ew ê dest ji siyasetê berde.

Li Hollandayê Serokwezîrê hikumeta koalîsyonê Mark Rutte şeva 7’ê Tîrmehê îstifa xwe ragihandibû.

Rutte daxuyakirin ku piştî hikumeta nû ava bibe wê dest ji siyaseta aktîf berde.

Mark Rutte di axaftina xwe ya li Meclisa Jêrîn a Parlamentoya Hollandayê de, beriya rûniştina îstifakirina hikumetê da.

Rutte dest ji siyasetê berdide

Her wiha daxuyakirin ku ew ê di hilbijartinên bê de nebe serokê Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ya serokatiya wê dike.

Hikumeta koalîsyonê ya Hollandayê ji ber lihevnekirina polîtîkayên koçberiyê îstifa kir.

Rutte di axaftina xwe de got,

“Piştî hilbijartinan dema kabîneya nû dest bi kar bike ez ê dev ji siyasetê berdim.”

Rutte piştî axaftina xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got,

“Hestên min tevlihev in.

Biryareke hestiyar e, lê teslîmkirina peywirê xweş tê.”

Partiyên Hikumeta Koalîsyonê ji ber nakokiyên li ser polîtîkayên jimara koçberiyê îstifa kir.

Bi vî awayî, hikumeta Rutte ya çaremîn piştî 543 rojên despêkirina kar, îstifa kir.

Hikumeta Rutte serdema 4 salî ya derbasbûyî jî li ser deshilatê bû.

Serokwezîrê Hollanda yê herî demdirêj ser deshilatê mayî

Mark Rutte yê ji 14 Cotmeha 2010’an ve Serokwezîrê Hollandayê ye, ji 2’ê Tebaxa 2022’an ve bû serokwezîrê herî dirêj ê welêt.

Rutte yê 17 sal in serokê Partiya Gel a Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye, 12 sal û 8 meh û 26 roj in serokwezîrtiyê dike.

Tê payîn heta hilbijartin bên nûkirin erêkê xwe dewam bike.

Back to top button