
HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandarek şehîd bûyî eşkere kir.
HPG’ê eşkere kir ku hevrê Cemîl cîlo di 24’ê Hezîrana 2020’î de li Heftanînê di êrîşeke dijmin de şehîd bû û wiha got: “Hevrê Cemîl ji Botanê heta Qendîlê, ji Colemêrgê heta Kelareşê, ji Heftanînê heta Gabarê, ji Bestayê heta Şirnexê 21 salan bênavber ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd xebitî.
Hevrê Cemîl bi şoreşgeriya xwe ya bêfikar û hevrêtiya xwe wê timî ji me re bibe mînak.”
Hêzên Parastina Gel HPG’ê di dawiyê de sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê re xwest.
Agahiyên li ser nasnameya Ş.Cemîl Cîlo wiha ye:
Nasnav: Cemîl Cîlo
Nav paşnav: Yalçin Keskîn
Cihê jidayikbûnê: wan
Dayik: Fatma
Bav: Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Hezîrana 2020 / Heftanîn