Mezlûm Ebdî: Divê em ji aliyê siyasî, leşkerî, têkoşîn û azadiya civakî re amade bin

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên nû de, diyar kir ku divê ji aliye siyasî, leşkerî û têkoşîn û azadiya civakî de amade bin.
Ebdî destnîşan kir ku eger dewleta Tirk operesyona dagirkirinê destpê bike, dê fatureya vê ji bo hemû hêzên li vê herêmê pir giran be.

Piştî salek di ser dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re derbasbû dewleta Tirk dîsa gefa dagirkirina herêmên din yên nû kir..

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî derbarê gefên dewleta Tirk li dijî herêmên ewle ji ANHA’ê re axivî û got..

“Çi dema ku dewleta Tirk firsend dît, bêguman dê êrişeke dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin.

Lewma jî divê em ji aliye têkoşîna siyasî, leşkerî û azadiya civakî de amade bin.

A niha em xurt in, ew jî qels in. Hem hevsengî û hêzên navneteweyî û herêmî li gel me ne.

Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk hema wisa li gorî dilê xwe nikare dagir bike.

Heke bixwaze vê yekê bike jî, dê fatureya vê ji bo hemû hêzên li vê derê pir giran be.”

“DYE û Rûsya ji ber garantor in, divê berpirsyariya xwe bi cih bînin”

Fermandarê giştî yê QSD’ê berpirsê parastina herêmê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker, DYA û Rûsyayê ji ber garantoriyê dît û ji wan xwest ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û herêmê ji Tirkiyê bi biparêzin.

Ebdî destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ew bû ku xakê dagir bike û bike Tirk û anî ziman ku ev êrişên dagirkeriyê jî bi destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê pêk anîn ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê berhev kirine û ew jî di nava lîsteya terorê de ne.

Ebdî belgekirina sûcên çeteyan ên li herêmên dagirkerî, ji guhertina demografiyê, asîmîlasyon bibîrxist û bang li sazî û hêzên navneteweyî kir ku divê bikevin nava hewldanan.

Back to top button