ADIL EBDULMIHDÎ: ÇI BALAFIREK BÊ DESTÛR LI SER IRAQÊ BIFIRE, WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE

Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku nabe ti balafirên şer yan jî helîkopterên Iraqê û yên biyanî bêyî destûra wî li ser ezmanê Iraqê bifirin.

 

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî doh di civîna Desteya Ewlekariya Netewî ya Iraqê de biryar dan.

Yek ji wan biryaran ew e ji niha û şûn de, êdî ti balafireke şer a Iraqî yan jî biyanî bêyî fermana Adil Ebdulmehdî nikare li ser ezmanên Iraqê bifire.

Adil Ebdulmehdî diyar kir ku eger bê destûr bifrin jî wê weke helwesteke dijminane bê qebûl kirin û wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê jî bersivê bidinê.

Li gorî biryarê divê pêşî li êrîşên hewayî yên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê jî were girtin.

Lê balkêş e ku tevî biryara Iraqê jî îro balafirên şer ên dagirkeriya Tiriyê êrîşî Qendîlê kirin.

Û heta nih Iraqê ti helwest nîşan nedaye.

Leave a Reply

Back to top button