Çeteyên Terablusê biryarên komîteya leşkerî ya hevbeş red kir

Çeteyên li Terablusê biryarên civînên Komîteya Leşkerî ya Lîbî red kir û banga hebûna xwe di danûstandinên leşkerî û siyasî de kir.

Çeteyên odeya operasyonên Sert û Cefrayê yên Wîfaqê ragihand, ew ê bi ti devereke ku li jêr destê Artêşa Lîbî ye lihevkirinê nekin.

Odeyê her wiha teqez kir, ew ê hebûna fermandarê artêşê Xelîfe Hefter jî di dema pêş de qebûl nekin.

Ev demek e, Komîteya Leşkerî ya Hevbeş danûstandinan dike, ji encamên wê jî vegerandina komên Wîfaqê bo cihên xwe yên berê û derxistina çeteyên dewleta Tirk bûn.

Çeteyan siwarine Lîbî ji balafirekê revandin

Li aliyekî din, koma “el-Newasî” ya Wezareta Hundir a Wîfaqê sîwarine Lîbî ji balafirekê revandin, gava ji bajarê Benxazî dihat û li balafirgeha Miêtîqayê ya paytextê peya bû..

Ev yek jî piştî vekirina asman navbera bajarên rojhilat û rojavayê welat bi çend rojan hat, ku ev zêdeyî sal û nîvekê ye tevgera balafiran rawastiyayî bû.

Back to top button