Wednesday 2026/06/24
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

SIPRI: Piştî şerê Ûkrayna Ewropa xwe biçek dike

March 14, 2022
in CÎHAN
A A
SIPRI: Piştî şerê Ûkrayna Ewropa xwe biçek dike
Share on FacebookShare on Twitter

Ewropa di nava şer de hewil dide dersan ji rewşa heyî derxe. Bi gurbûna şerê li Ûkrayna re, Ewrpa ji nûve lez daye hêza leşkerî xurt bike. Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya li ser mijarê eşkere kir. Enstîtuya got, Piştî şerê li Ûkrayna li Ewropa kirîna çekan zêde bûye.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya li ser firotina çek û kelûpelên leşkerî li seranserê cîhanê eşkere kir.

Di raporê de, daneyên navbera salên 2017-2021 û 2012-2016’an hatiye berhevkirin.

Di raporê de hat dîtin ku bazirganiya çekan a li cîhanê ji sedî 4,6 kêm bûye, lê tevî vê welatên Ewropayê lêçûnên xwe yên leşkerî ji sedî 19 zêde kirine.

Li gorî welatên din ên cîhanê, di raporê de hat dîtin ku zêdebûna herî mezin li Ewropayê hatiye tomarkirin.

Yek ji pisporên ku lêkolîna SIPRI kir Pieter Wezeman, ev rewş bi “çekirinek pir bi fikar” nirxand.

Serokê Beşa Ewlekariya Ewropayê ya SIPRI û pisporê Rûsyayê Ian Anthony got:

“Zêdebûna çekên leşkerî bersiveke NATO ya li ser dagirkirina Rûsya li Kirimê ya 2014’an û êrişên wê yên li ser Donbasê ye.”

Anthony diyar kir ku ji sala 2014’an ve NATO ji polîtîkaya xwe ya kêmkirina lêçûnên parastinê ya bi salan vegeriya û di vî warî de zêdetir xerc kir.

Ji aliyê din ve, dema şerê li Ûkraynayê dewam dike, hin guhertinên di firotina çekan de balê dikişînin.

Hêjayî gotinê ye ku firotina Rûsyayê ku piştî DYA duyemîn firoşyarê çekan ê cîhanê ye, di dema raporê ya 2017-2021’an de ji sedî 26 kêm bû.

Lê tê gotin, sedema kêmbûna firotina çekan a Rûsyayê bi van her du welatan ve girêdayî ye.

Hat ragihandin ku ev welat Hindistan û Vîetnam in.

Di raporê de tê dîtin ku firotina çekan a Çînê ji sedî 31 kêm bûye.

Ji ber vê yekê tê gotin, firotina çekan a Rûsya û Çînê ku li Rojava weke “têra xwe xeternak” tê dîtin, di heyama 4 salan de gelekî kêm bûye.

Lê Amerîka li gorî salên derbasbûyî firotina çekan ji sedî 14 zêde kiriye.

Hat destnîşankirin ku Fransaya ku di firotina çekan da welatê sêyemîn e, firotina çekan bi rêjeya ji sedî 59 zêde kiriye.

Di nava dema hatî diyarkirin de, tê dîtin ku Ûkrayna ti çek nekiriye.

Tenê di demên dawiyê de, balafirên bêmirov ji Tirkiyê û hinek çekên dijî tankan ji DYA û Çekya kirî.

Lê pisporên rêxistinê diyar dikin ku êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna koka erdnîgariya Ewropayê da guhertin.

Previous Post

Ûkrayna..Jina ducanî û zaroka wê ya di êrişa Mariupolê de xelas bûyîn mirin

Next Post

Di hilbijartinên li Kolombiya de, Gerîlla Petro biser ket

Weşana girêdayî

Wezareta Karê Derve ya DYA têkildarî sûcên li Bakurê Sûrî raporek weşand
CÎHAN

DYAˊyê cezayên nû li ser tora fînansekirina DAIŞˊê birîn

Li Fransayê ji ber germa zêde di nava 2 rojan de nêzî 20 kes mirin
CÎHAN

Li Fransayê ji ber germa zêde di nava 2 rojan de nêzî 20 kes mirin

Rêxistina PYD a Ewropa serkeftina lîstikvanê kurd Denîz Undav pîroz kir
CÎHAN

Rêxistina PYD a Ewropa serkeftina lîstikvanê kurd Denîz Undav pîroz kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye