MAZLÛM EBDÎ: RIZGARKIRINA MINBICÊ NE TENÊ LEŞKERÎ, SERKEFTINEKE SIYASÎ Û DÎPLOMASÎ JÎ BÛ

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku rizgarkirina Minbicê serkeftineke dîplomatîk û siyasî bû . Ebdî got: Di lihevkirina Minbicê de me erkên xwe pêk anîn û ev mijar qediya ye. Pirsgirêkên li Rojhilatê Firatê diqewimin, tu eleqeya xwe bi Minbicê ve tune ye. Minbic niha aram e. 

 

https://hawarnews.com/kr/haber/mazlm-ebd-di-lihevkirina-minbic-de-me-erkn-xwe-pk-ann-ev-mijar-qediya-ye-h20431.html

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dewam hevpeyvîna bi ajansa Hawarê re derbarê 3. salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê de jî axivî.

Mazlum Ebdî rizgarkirina Minbicê pîroz kir û got:

Rizgarkirina Minbicê ne tenê leşkerî,serkeftineke dîplomatîk û siyasî bû.

Em soz didin şehîdên xwe ku wê Minbic were parastin û bibe beşek esasî ji Sûriyeke pêşerojê.”

 

MAZLÛM EBDÎ: ME DI LIHEVHATINA MINBICÊ DE HEMÛ ERKÊN XWE PÊK ANÎN

Ebdî destnîşan kir ku wan hemû erkên lihevhatinên navneteweyî yên ku ji bo rizgarkirina Minbicê hatin çêkirin, pêk anîne û ev tişt anî ziman:

Me bendên wê lihevhatinê û erkên ser milên xwe yek bi yek pêk anîn. Lê yên ku ev bend pêk neanîn û kêmasî kir, dewleta Tirk e.

Me soz dabû ku hêz û musteşarê xwe bikişînîn, me pêk anîn. Me erkên xwe bi serkeftî pêk anîn û mijara Minbicê jî qediyaye.”

 

MAZLÛM EBDÎ: TI TÊKILIYA PIRSGIRÊKA ROJHILATÊ FIRATÊ BI MINBICÊ VE TUNE YE

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilatê Firatê diqewimin tu eleqeya xwe bi Minbicê tune ye û bi dawî kir:

Minbic niha aram e. Gelê herêmê xwe bi rê ve dibe û Meclisa Leşkerî ya Minbicê herêmê diparêze.

Leave a Reply

Back to top button