HPG: Sûcên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker dewam dikin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî careke din sûcên şer dike.
Gerîla TV jî beşa sêyemîn a dîmenên amadekariya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn a ku li Metînayê hatibû lidarxistin weşand.
Gerîlayên ku amadekariya çalakiyê dikin bi moraleke mezin hestên xwe yên berya çalakiyê tînin ziman.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî dauyaniyê, gerîlayan 2 û 3’ê Kanûnê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran dan.

Di encamê de, derbên giran li dagirkeran hatiye xistin.

Her wiha HPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:

“Ji 1 heta 4’ê Kanûnê li herêma Metînayê 5 caran bi droneyên bombebarkirî, 3 bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Herêma Rojavayê Zapê jî carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 19 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Herêma Xakurkê û Metînayê bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

HPG’ê diyar kir ku dagirkeran herêma Zap, Metîna û Xakurkê gelek caran bi topan bombebaran kir.

Beşa sêyemîn a dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Leyla Sorxwîn

Li aliyê din Gerîla TV beşa sêyemîn a dîmenên amadekariya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn weşand.

Di encama çalakiya 26’ê Mijdarê li Metînayê pêk hatî de, 18 leşkerên dewleta Tirk a qirker hatibûn kuştin.

Back to top button