HPG ragihand ku 30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 39 caran hatin bombekirin û got: Di van bombebaranan de ti windahiya hêzên gerîla çênebûne, lê baxçe û qadên niştecihiyê yên herêmê zirar dîtine.
Li Herêmên Parastina yên Medyayê şerê li dijî dagirkeriya Tirk bi berxwedaniya mezin a gerîlayan dewam dike.
Arteşa Tirk a qirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike, herêmê û qadên gerîla bênavber bombebaran dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeriya Tirkiyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek da.
HPG’ê got:
30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla 39 caran hatin bombekirin.
Herêmên Zap û Metîna jî bi giştî 6 caran bi droneyên bombebarkirî û çekên qedexekerî hatin bombekirin.
HPG’ê da zanîn di van bombebaranan de ti windahiya hêzên gerîla çênebûne, lê baxçe û qadên niştecihiyê yên herêmê zirar dîtine.
Têkildarî çalakiyan jî HPG’ê jî eşkere kir ku 1’ê Kanûnê li herêma Rojavayê Zapê di encam çalakiyên gerîla de leşkerekî dagirker birîndar bû.