Serokomarê Libnanê Mîşel Awn: rêya vegera li şerê navxweyî nîne

Serokomarê Lubnanê Mîşel Awn der barê kuştina 7 kesan li Bêrûdê de got, ew ê nehêlin welat vegere şerê navxweyî.LI LIBNANÊ ALOZÎ

Li ser êrişa 14’ê Cotmehê li herêma Tayyûna ya paytext Bêrûdê û kuştina 7 kes de Serokomarê Lubnanê Mîşel Awn daxuyanî da û li ser gotinên wê welêt ber bi şerekî navxweyî ve biçe got, herçiqas hewayek heye mîna welatê ber bi şerekî navxweyî ve biçe jî wê destûra vê nedin.

Awn der barê lêpirsîna têkildarî teqîna li bendera Bêrûdê de jî got, divê saziyên dadê di vî warî de serbest bin û siyasî dest wernedin mijarê.

Baş e, 14’ê Cotmehê çi qewimî bû.

Alîgirên Hizbullahê ya şîî û Tevgera Emel 14’ê Cotmehê li ber Qesra Edaletê ya Bêrûdê meşiyan.

Xwestin li şûna dadgerê xiristiyan ê teqîna li bendara Bêrûdê dişopand dadgerekî nû were diyarkirin.

Lê di dema meşê de gulle li xwepêşanderan hat reşandin û di encamê de 7 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hizbullah û Tevgera Emelê, komên çekdar ên bi ser Partiya Hêzên Lubnanê berpirsiyarê êrişê dibînin.

Li Lubnanê di şerê navxweyî yê navbera salên 1975-1990’î de ji 150’î hezarî zêdetir mirovî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button