Çapemeniya Îsraîl: Hêzên hewayî yên Îsraîl ji bo êrişek li dijî Îranê wê dest bi perwerdeyê bike

Îsraîl xwe ji bo êrişeke li dijî Îranê perwerde dike.
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê ji bo êrişeke li dijî navendên nukleerî yên Îranê wê dest bi perwerdê bikin.

Di nûçeya rojnameya Times Of Israelê de, hat îdiakirin ku artêşa Îsraîlê di mehên dawî de lez daye amadekariyên xwe yên ji bo gefên leşkerî yên li ser navendên nukleerî yên Îranê.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku piştî peymana 2015’an bi rêveberiya Tehranê re hat îmzekirin, Îsraîl mijara êrîşa leşkerî xist rêza duyemîn.

Hate gotin, bijardeya êrîşa leşkerî ji bo Telavîvê dîsa girîng bûye.

DYA 2018’an ji peymanê vekişiya.

Hat destnîşankirin ku hin planên êrîşê yên Îsraîlê li dijî navendên nukleerî yên Îranê “pêşnûme” ne û dibe ku di demek kin de amade bibin.

Ji bo hinek ji wan jî bibin biryar pêwistî bi qasî salekê dem heye.

Di raporê de hat îddîakirin ku amadekariya êrîşek navendên nukleerî yên Tehranê dike armanc, ji bo artêşê bûye “gava yekem” û perwerdeya wê jî wê bi serê salê re dest pê bike.

18’ê Cotmehê jî Kanala 12 a Îsraîlê ragihandibû ku Tel Evîv tevî bûdçeya leşkerî 1,53 milyar dolar din ji bo hêzên leşkerî zêdekiriye.

Back to top button