Îstixbareta Amerîka: Rûsya wê bi mîlyonan guleyên top û roketan bikire

Ya diyar êdî Rûsya bi dirêjbûna şerê li Ukrayna re ketiye nava tengaviyê.
Di rapora îstixbareta Amerîkayê de hate ragihandin ku Rûsya dixwaze pêwistiyên xwe yên guleyan ji Koreya Bakur peyda bike.
Ji bo vê yekê Wezareta Parastinê ya Rûsya, bi aramanca di şerê Ukrayna de bikar bîne, wê bi mîlyonan guleyên top û roketan ji Koreya Bakur bikire.

Bi dirêjbûna şerê li Ukrayna re êdî Rûsya jî di peydakirina çek û cebilxaneyan de zoriyê dibîne.

Îstixbareta Amerîka jî li ser mijarê rapora xwe ya amadekirî weşand.

Karbidestekî Amerîkî ku rapor nirxand û nexwest navê wî bê eşkere kirin got;

Çûna Moskowê ji Koreya Bakur re “nîşan dide ku artêşa Rûsî ji ber kontrolên hinardekirinê yên qismî û toleyên ji ber dagirkirina Ukraynayê ji kêmasiyên giran ên dabînkirinê dewam e.”

Rayedarê ku der barê nûçeya ku rojnameya New York Times a ser bi rayedarên Washîngtonê de cih digire de agahî da.

Rayadaran diyar kir ku ew dikarin vê yekê piştrast bikin û got,

“Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di pêvajoya kirîna bi mîlyonan roket û topan ya ji Koreya Bakur de ye.

Ev jî wê di şerê li Ukrayna de werin bikaranîn.”

Berpirs vê yekê weke rojên zehmet yên ku Moskow têre derbas dibe pênase kir.

Lê, têkildarî hûrguliyên çekên ji Pyongyang bê kirîn agahî nehatin dayîn.

Berpirsên îstîxbarata Amerîkî di wê baweriyê de ne ku dibe Rûs ji niha û pê ve alavên leşkerî yên zêde ji Koreya Bakur bikirin.

Rojnameya NYT jî radigihîne ku cezayên li ser Rûsya hatine sepandin hêza wê ya di şerkirinê de kêm dike.

Tevî berteka Ewropa û Rojava, Koreya Bakur têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re zêde kir.

Hikumeta Pyongyangê, ji krîza li Ukraynayê Amerîka tewambar dike.

Di raporeke din a îstixbarata Amerîkayê ya ku di hefteyên borî de bi raya giştî re hat parvekirin de, hat diyarkirin ku Rûsya dixwaze bi sedan balafirên bê mirov ji Îranê bikire da ku di şerê Ukraynayê de bikar bîne.

Li aliyê din Koşka Spî hefteya borî ragihandibû ku balafirên bêmirov yên Îranê di meha Tebaxê de firotine Rûsyayê pirsgirêkên teknîkî derketiye.

Back to top button