Lavrov: Metirsiya şerê cîhanê cidî û rast e

Di vê cîhan bitirse.
Ji ber ku tevgera leşkerî ya hêzên cîhanê nîşaneya şerekî mezin didin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got;
Metirsiya şerê cîhanê cidî û raste.
Amerîka û welatên hevalbend wê ji bo şandina çekên pêwist yên ji Ûkrayna re, li Almanya bicivin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir dibe ku şerê li Ûkraynayê veguhere şerekî cîhanê.

Sergey Lavrov di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a Rûsî Interfax de got:

“Metirsî cidî ye, rast e û divê sivik neyê dîtin.”

Lavrov diyar kir ku wê Rûsya bi şandeyên Ûkraynayê re danûstandinan bidomîne û got, “sînorê niyeta baş jî heta cihekê ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê bi îdiaya ku Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy bi xapandina xwe ji danûstandinan re vekirî tevdigere, diyar kir ku ger “lihevkirin” nebe wê pêvajoya danûstandinan encam nede.

Ji DYA bo welatên hevalbend banga konferansê

Ji aliyê din ve hikûmeta Amerîkayê mimkun dibîne ku Ûkrayna ji şerê ku ev bêtirî 2 meh in dewam dike, bi serketî derkeve.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin piştî serdana xwe ya Kîevê di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê da got,

“Eger alavên (leşkerî) yên rast û desteka rast hebin hûn dikarin bi ser bikevin.”

Austin bang li wezîrên parastinê û serfermandarên 40 welatên hevpeyman kir ku li baregeha leşkerî ya Amerîkî Ramstein a li Almanya bicivin.

Di civînê de wê piştgiriya çekan a ji bo Ûkraynayê were nîqaşkirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê John Kirby beriya niha gotibû, ewlekirina nûjenkirina artêşa Ûkraynayê yek ji armancên sereke yên konferansê ye.

Austin anî ziman ku ew li bendê ne gelek welat soz bidin da ku “çek û topên zêde” bişînin Ûkraynayê.

Austin: Armanca me lewazkirina Rûsyaye

Di vê navberê de, konferansa wezîrên parastinê yên hevlbendên DYA li Almanya despê kir.

Amerîkayê duh soza piştgiriya çekan a bi bihayê 700 milyon dolarî dabû Ûkrayna û welatên hevpeyman ên herêmê.

Piştî hevdîtinê Austin di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got,

Armanca me ew e, Rûsya ewqas lawaz bikin ku nikaribin operasyoneke leşkerî ya mîna Ûkraynayê li cihek din pêk bînin.

Lavrov: Armanckirina çekên NATO rawa ye

Li aliyê din Rûsyayê careke din ragihand ku çekên ku welatên NATO yê wê ji Ûkraynayê re bişînin armnacên wan yên rawa ne.

Lavrov anî ziman ku ger NATO bi rêya welateke din hewil dide şerê wan bike, wê demê tişta pêwist ew ê bikin.

Back to top button