Vîrûsa Corona..24 saetên borî, 97 kes li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mirin

Desthilatdariya AKP-MHP’ê nema dikare krîza Coronayê bi rê ve bibe û tedbîrên ku vê dawiyê girtine jî, nabin bersiv û herî dawî, 97 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Tenduristiya dewleta Tirk Fahrettîn Koca, diyar kir ku “di nava 24 saetên dawî de, 97 kes mirin û 4 hezar û 789 kes bi vîrûsê ketin”.

Li Amedê tenê, jimara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane, derket 19 kesan.

Li gorî danayên dewletê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî heya niha 57 hezar kes bi vîrûsê ketine û hezar û 198 jî mirine.

Piştî jimara qurbanan bilind bû û bi aloziyê re rû bi rû ma, dewleta Tirk ji nişka ve, 10’ê Nîsanê, qedexekirina derketina derve ji bo 31 bajaran ragihand.

Ew jî, tenê 2 rojan bû.

Back to top button