Vîrûsa Corona..24 saetên borî, Amerîka mirina 1607 kesî ragihand

Welatên cîhanê tevde, zerer ji vîrûsa Coronayê dîtiye, lê Amerîka para xwe ya herî mezin biriye û li gorî daneyên dawî, ango di nava 24 saetên dawî de, hezar û 607 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ev bîlanço, li beramberî rojên borî, hinekî kêmtir e, ku duh hezar û 920 kes miribûn û jimara herî mezin a qurbanan jî, Îna borî hat tomarkirin ku zêdetirî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî raporeke Rojnameya “Los Angeles Times” a Amerîkî, ev vîrûs di Kanûnê de li welêt peyda bûbû, lê ji ber wê demê, werzê şewba asayî bû, ev tişt zû bi zû nehat diyarkirin.

Back to top button