Koma OPEC û Rûsya, der berê kêmkirina helbirîna petrolê de, Meksîka dan qayîlkirin û gihaştin lihevkirineke dîrokî. Li gor wê jî, wê rojane 10 milyon bermîl petrol werin kêmkirin.
Opec+ ku ji Rûsya û hevalbendên wê pêk tê, Pêncşema borî peymanek ji bo kêmkirina helbirîna petrolê, ragihandibû.
Ji ber Meksîkayê kêmkirina helbirînê red kiribû, ev peyman negihaşt serî.
Li gorî Reutersê, koma OPEC, Rûsya û welatên ku petrolê derdixin, karîbûn Meksîkayê bidin qayîlkirin.
Weke encam jî, wê helbirîna petrolê ji sedî 10 be.
Wezîrê Petrolê yê Kuwêtê Xalid el-Fadil jî, bi twittekê ev yek piştrast kir û got:
“Wê helbirîna kêmkirinê, 1’ê Gulanê dest pê bike û rojane 10 milyon bermîl petrol werin kêmkirin.
Meksîka jî, wê li şûna 400î, 100 hezar bermîlî kêm bike.
OPEC, ango, Rêxistina Dewletên Petrolê Derdixin, rêxistineke navdewletî ye û 12 welatan digire nava xwe.
(OPEC+) jî, lihevkirina kêmkirina petrolê ye û ji 23 welatan pêk tê.