HRE: Di rêzeçalkiyên tolhildanê de 3 leşkerên Tirk û 11 çete hatin kuştin

Li Efrîna dagirkirî ku rojane sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê lê zêde dibin çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê jî dewam dikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê duh li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakîyên tolhildanê pêk anîn.
HRE’ê ragihand di encama çalakiyên li dijî dagirkeran yên li gundê Basûfanê yê Efrînê de 3 leşker û 11 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrinê der barê çalakiya xwe ya duh li Efrînê de li dar xistiye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat parve kirin:

“19’ê Gulanê ber destê sibê li derdora gundê Basûfanê yê Efrînê, hêzên me li hember baregeheke çeteyên dagirker çalakiyeke serdegirtinê li dar xist.

Di pêvçûnên destpêkê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî bi awayekî birîndar ji baregehê reviyan. Hêzên me baregeh kontrola kirin.

Di berdewama pêvçûnan de 4 çeteyên din hatin kuştin û doçkayek hat rûxandin.

Di saetên sibehê de dema artêşa dagirker li derdora gund dest bi operasyonekê kir, hêzên me çalakiyek sabotacê li dijî wan li dar xist.

Di encamê de seyareyek hat rûxandin û 3 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin.

Ber bi nîvro, dema hêzên dagirker hewl didan cenazeyên xwe rakin, çalakiyeke din hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de jî 2 çete hatin kuştin.”

Di daxuyniyê de hat ragihandin ku hêzên dagirker piştî wan çalakiyan bi desteka balafirên keşfê derdora baregehê û gundên herêma Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.

HER eşkere kir ku di çalakiyan de bi giştî 11 çete û 3 leşker hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî birîndar bûn.
Hat diyar kirin gelek çek û cebilxane jî hatin desteser kirin.

Hêzên Rizgariya Efrinê destnîşna kir ku hêzên wan ji bo tolhildana êrîşên artêşa dagirker a Tirk ên vê dawiyê, ev çalakî li dar xistin.

Back to top button