Şehîd Salih El Salih bi merasîmekê li Qamişlo hat oxirkirin

Bi dehan şêniyên Qamişlo Şervanê QSD’ê Salih El-Salih bi merasîmeke girseyî li goristana şehîd Delîl Saroxan, oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Salih El-Salih bi nasnav Dawûd dema ku li ser erkê xwe bû di encama êrîşên şaneyên veşartî de li Dêra Zorê şehîd bû.

Malbat, endamên Saziyên Sivîl, Heval û hogirên şehîd Salih ji bo tevlî merasîmê bibin li goristana şehîd Delîl Saroxan kom bûn.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Pişt axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan hat oxirkirin.

Back to top button