Fermandarê QSD’ê Mazlum Abdî: Êrişeke nû ya dewleta Tirk wê Sûrî perçe bike

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Abdî hişyar kir ku tevgereke ya dagirkeriya dewleta Tirk wê rê li ber perçekirina Sûrî veke.Abdî, bang li hêzên pêwendîdar kir ku li dijî vê êrişê bibin asteng.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Abdî li ser hesabê xwe ê tewîtterê îşaret bi gefên serok-komarê Tirk Erdogan kir.

Abdî hişyar kir ku êrişeke nû wê rê li ber encamên kambax veke û got:

Gefa Tirkiyê ya li hemberî herêmên Bakurê Sûrî dibe sedema peydakirina rewşek bi rîsk.

Ev di heman demê de wê bibe sedema perçekirina Sûrî. Wê aloziyeke nû ya mirovî peyda bike.

Di rewşeke wiha de wê xelkê herêmê ji cih û warên xwe bêne derxistin.

Ev yek wê bandoreke xerab li ser şerê me ê li dijî DAIŞ’ê jî bike.

Mazlum Abdî bang li hêzên pêwendîdar kir da ku li hemberî êrişa dewleta Tirk bibin asteng.

Back to top button