Efxanistan..8 nimêjker di mizgeftekê de hatin kuştin

Li Efxanistanê, duh “Sêşemê” û di dema fitarê de, hin çekdar êrîşî mizgefteke herêma Berwan kir. 8 nimêjker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Berdevka serokê herêma Berwan, Wehîda Şahkar diyar kir ku çekdarine nenas gule li nimêjkerên mizgefteke herêmê di dema fitarê de berdan.

Wezareta Hundirîn jî teqez kir ku êrîş li paytexta herêmê Tşarîkar pêk hat û Tevgera Talîbanê weke berpis dît.

Talîbanê jî ev êrîş red kir û got “Hêzên Ewlehî yên Efxanî ev êrîş pêk aniye.”

Herêma Berwan li Bakurê Efxanistanê ye û li wir jî weke tim û li giştî herêmên Efxanistanê, êrîş pêk hat.

Back to top button