“Hilbijartin wê ji bo civaka Kurd û gelên Tirkiyê diyarker be”

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK’ê Tûrhalli anî ziman ku AKP 21 sal in olê bi kar tîne.
Bi vî rengî li ser desthilatdariyê dimîne û got: “Divê gelê me bi wan kesan nexape ku olê ji bo hilbijartinê bi kar tîne û li ser vê polîtîkayê dimeşîne.”

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxandin kir.

Ahmet Tûrhalli diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo civaka Kurd û gelên Tirkiyeyê wê diyarker be.

Tûrhalli destnîşan kir ku girîng e mirov tevlî hilbijartinê bibin û li ser paşeroja xwe biryareke erênî bidin.

“AKP’ê 21 salin olê bi kar tîne”

Tûrhalli bi bîr xist ku AKP 21 sal in olê bi kar tîne û got:

“Eger van mirovan ji ola Îslamê hez kiribûna ji bo berjewendiyên xwe nedixistin bazarê.

Eger vana nirxên aramî û edalet pêşkêşî civakê kiribûna, pêwîstî pê nedidîtin ku li ser ol siyasetê bikin.

Ji ber ku nirxên xwe yên bi vî rengî nîne li ser olê bazirganiyê dikin.

Plana wê dikin ku di vê hilbijartinê de jî bi bazirganiya olê biçin nava gel.”

“Di hilbijartinan de divê Misliman hemû baldar bin”

Tûrhalli destnîşan kir ku Divê gel bala xwe bide ser kiryarên desthilatdariyê û li gorî wê tevbigere.

“Kiryarên wan li pêş çavan e. Ev hilbijartin girîng e.

Di vê hilbijartinê de divê Misilman hemû baldar bin.

Divê bi wan kesan nexapin ku li ser olê bazirganiyê û siyasetê dikin.”

“Tifaqa AKP-MHP li derveyî Îslamê ye”

Tûrhalli ragihand ku tifaqên ji bo hilbijartinê têne avakirin divê li ser maf û edaletê bin.

Dema dawî tifaqa AKP’ê mîna ku tifaqa Îslamî ye pêşkêşî civakê tê kirin.

Lê belê ev yek xapandine, ev tifaq li derveyî Îslamê ye.

Tifaqa Îslamê tifaqa edaletê ye. Tifaqa Îslamê tifaqa li dijî zilmê ye.

Lewma em dibêjin tifaqa AKP-MHP li derveyî îslamê ye..

Back to top button