Civaka Êzidî: Em ti carî qebûl nakin ku Şengalê vegerînin reştariyê

Nerazîbûnên Êzidiyan li dijî peymana PDK û Hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê, her ku diçe zêdetir dibin. Êzidiyên Şengalê da xuyakirin ku ew ti carî rê nadin ti aliyî ku careke din wan vegerînin tarîtî û zilma berê.

Peymana Hewlêr û Bexdayê, li herêmê bi giştî û li Şengal û li gel civaka Êzidî bi taybet, hêrseke mezin afirandiye.

Êzidiya bi navê Neam Bedel da xuyakirin ku çi peyman an lihevkirin bêyî vîna Êzidiyan pêk were, wê bêencam bimîne.

Neam Bedel got:

“Her bosteke axa Şengalê, bi xwîna zarok û şehîdên me hatiye rizgarkirin.

Lewre çi kesê ku gavekê li dijî Şengalê biavêje, divê li gorî wê nêz bibe.

Heke nûnertiya Êzidî û pêkhateyên Şengalê di nav çi peymanê de nebe, em yekcar napejirînin.”

Êzidiya bi navê Jînda Şengal jî diyar kir ku aliyên Şengal firot, careke din dixwazin bazara firotina wê bikin.

Jînda Şengal da zanîn ku li dijî Şengalê lîstok û planên herî qirêj tên kirin. Civaka Êzidî êdî ne weke berê ye ku bibe amûra siyaseta qirêj.

Şengaliyê bi navê Xwedêda Ilyas jî destnîşan kir ku hin aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe, dixwazin gelê Êzidî dîsa vegerînin zilm û tarîtiya berî û piştî 2014’an.

Xwedêda Ilyas got:

Hikûmeta Başûr û hikûmeta Iraqê 9 Cotmehê li dijî Şengal û vîna civaka Êzidî peymanek îmze kir.

Dixwazin bi vê peymanê, Şengalê careke din vegerînin reştariyê, piştî ku hêza xwe ya parastin û birêvebirinê ava kir.

Back to top button