Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper û wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Barley, tevgera dewleta Tirk li gelek deverên Rojhilata Navîn û Qafqasya ku şer li wan hene, nîqaş kir.
Her du wezîran di pêwendiyeke telefonî de, teqezî li ser rawestandina şerê li Qerebaxê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê kir.
Esper û Barley, bang li serkirdeyên her du welatan kir ku pabendî agirbesta ku berya hefteyekê li Moskoyê li ser li hev kiribûn, bibin û aloziyê bi rêya danûstandinên aştiyane çareser bikin.
Berya çend rojan, YE ragihand ku ew ji ber dewamkirina şerê li Qerebaxê bi fikar in û îşaret bi rola xirab a dewleta Tirk di vî şerî de kir.
Şerê li Qerebaxê 27’ê Îlonê dest pê kir û dewleta Tirk bi alîkariya leşkerî û qeflên çeteyan, destekê dide Azerbeycanê.
Li gorî daneyên dawî, heta niha di vî şerê de