Josep Borrell: Em wek YE amadene çareserkirina pirsgirêka Kurd de rol bilîzin

Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurd û Kurdistanê rexenekir û dazanîn ku pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî ve çareser dibe.

Josep Borrel diyarkir ku ew wek YE amadene di çareserkirina pirasgiria kurd de rol bilîzin.

Borerel bersiva nameyeyên ku derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser HDP, başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê da.

Borrell deştnîşankir ku ew wek Yekîtiya Ewrupa danîna qeyûman dewsa kesên hatine hilbijartin qebûl nakin.Divê dewleta tirk zirarê nede demokrasiya xwe cihî.

Borrell, divê dewleta Tirk li gor qanûnên Komîsyona Venedîk û çarçoveya Şartê Xweser ên Rêveberiyên Xwcihî yên Ewropayê tevbigere.

Borrell balkişand li ser çareseriya pirsgirêka kurd û destnîşankir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî ve were çareser kirin û got:

“Em wek Yekîtiya Ewropayê ji bo çareseriyek aştiyane û damdar a kurd, amadene rola xwe bilîzin.”

Borrell bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî û diyar kir ku ‘gelek sivîl hatin qetilkirin’ û got:

“Ev jî bûyerekî pir bi fikar e.”

Borrel daxwaz ji dewleta Tirk ku ji serweriya Iraq û yekpareyîya axa wê re rêz bigre û li gor qanûnên hiqûqî tevbigerin.

Back to top button