Dewleta Tirk a dagirker gule berdan 7 koçberên ji gundewarê Hemayê.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, leşkerên dewleta Tirk li herêma Harim a sînorî ya girêdayî bajarê Idlibê zarokek kuşt û 7 sivîl jî birîndar kirin.
Çavdêriyê destnîşan kir ku kesên armancgirtî ji gundê Sehriya yê gundewarê Hema yê rojavayî ne û dixwestin derbasî Tirkiyê bibin.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku hejmara sivîlên Sûrî yên ku bi guleyên leşkerên Tirk hatine kuştin, gihaşt 443 sivîlî, di nav de 78 zarok û 44 jin.
Îro jî balafirên Rûsî bajarokê Meiseran yê gundewarê Meeret el- Numan û herêma ‘Kargehên Endomî’ a gundewarê Helebê yê rojavayî, bombebaran kirin.