The Guardian: Tirkmenê bi navê Ibrahîm El-Qureşî bû serçeteyê DAIŞ’ê yê nû

Çeteyê Tirkmenî yê ku tiliya wî di kuştina Êzdiyan de hebû, weke xelîfeya serçeteyên DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî hat diyarkirin. 

Piştî kuştina serçeteyên DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî li ser destê Amerîka û QSDê, DAIŞê çeteyê bi navê Ebû Ibrahîm el-Qureşî weke xelîfeya nû ya DAIŞê ragihand..

Lê ev yek tevlihevî li cem gelek pisporan çêkir ku ev navê kesekî sexte ye.

Wê çaxê, berpirsekî Amerîkî payebilind ji vê yekê hişyar kir ku belkî DAIŞê bi mebestê wisa kiribe da ku ew jî weke el-Bexdadî neyê kuştin.

Lê Rojnameya The Guaridan rê li ber van idiyan girt û û li ser zimanê 2 ajansên istixabaratî ragihand ku bi rastî ev kes heye û bûye serçeteyê nû yê DAIŞ’ê.

Li gorî The Guardian, ev serçete Tirkmenê Iraqê ye û tiliya wî di komkujiyên Êzdiyan de hebû.

Çavdêr dibînin ku “piştî bandora dewleta Tirk di nava komên radîkal li Sûriyê û Iraqê de zêde bû, Tirkiye bi zanebûn çeteyên Tirkmen ji bo desthilatdariya Itilafa Sûrî û DAIŞê, bi cih dike.

Berî niha jî, dewleta Tirk Tirkmenê bi navê Ebdulrehman Mistefa weke serokê qaşo hikumeta Itilafa Sûriyê diyar kiribû.

Leave a Reply

Back to top button