Ermenistanê 2 dronên Azerbeycanê anîn xwarê

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, xistina 2 dronên bêpîlot ên Azerbeycanê, li asmanê Ermenistanê, ragihand.

Wezaretê destnîşan kir ku wan bajarê Xence yê Azerî, topbaran nekirye.

Li aliyekî din, duh înê, wezareta Parastinê ya herêma Qerebaxê ragihand ku 29 leşkerên wan hatine kuştin.

Bi vê yekê jî, jimara leşkerên herêma Qerebaxê yên ji destpêka şerê li dijî Azerbeycanê ve hatine kuştin, dibe 633.

Tê zanîn şemiya borî bi navbeynkariya Rûsyayê, agirbesteke mirovî ji bo pevguhertina dîl û cenazeyan, di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de hatibû ragihandin, tevî wê jî şer berdewam e.

Back to top button