YPJ: Hêvî Gabar bû nîşaneya yekparebûna têkoşîna azadiyê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, bi daxuyaniyekê nasnameya şoreşgera kurd Hêvî Gabar ragihand û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrê Hêvî erka xwe ya li hember şoreşê, li hember hemû jinan û gelê xwe bi serketî pêk anî.

Şoreşger Hêvî, mîna bi sedan ciwanên Kurd ji bo rojava got: ‘Divê ez li wir bim’.

Hêvî bi wêrekiyeke mezin li rex şervanên YPJ û YPG’ê li dijî dagirkeran şer kir.

Sala 2015’an di berxwedana Serêkaniyê de ji ber mayîneke çeteyên DAIŞ’ê bi giran birîndar dibe.

Nêzî 2 salan li Rojava tedawiya xwe dît.”

Bû yek ji gaziyên destpêkê yên şoreşa Rojava û wiha digot:

‘Em wek komîta Gaziyan pêwîste em heya dawî xeta şehîdan, di jiyan û têkoşîna xwe de zindî bihêlin’.

Ji bo tedawiyê jî derbasî Almanya bû û li wir ji ber birîndarî û nexweşiyên xwe yên giran, tevlî karwanên şehîdan bû.

Nasnameya şehîd weha ye.

Gulistan Aksoy bi nasnav Hêvî Gabar li Merdînê ji dayik bûye û 26’ê Tîrmeha 2020 li Berlînê şehîd bû.

Back to top button