Lîreyê Tirkî dema xwe ya herî bênirxiyê de ye

Lireyê Tirkiyê li pêşberî dolarê Amerîkî roj bi roj dihele. Banga Giştî ya tirkiyê her çiqasî dixwaze rêli ber têkçûnê bigre lê heta niha di vê yekê de biser neketiye.

Serokkomarê Tirk Erdogan, careke din rabû û zavayê xwe ku Wezîrê Darayî ye bi pesindayînê rakir ber esmaman. Muxalefet jî Erdogan û zavayê wî dan ber topan û gotin, tişta ku li welat zêde dibe tenê bêkariye.

Krîza Aborî ya ku ji ber polîtîkayên şerxwaz yên Serokomarê tirkiyê Erdogan derketiye, aboriya li welat têk biriye.

Ji despêka Tebaxê ve, lîreyê Tirk roj bi roj nirxê xwe winda dike.

Kêmbûna nirxê lîreyê tirk barê civakê zêde dike û dibe sedema ku gelek karsaz karê xwe rawestînin.

Nirxê her dolarekî Amerîkî 7,36 Lîreyê Tirk derbas kir.

Bi vê jî daneya herî zêde ya nirxê dolarê Amerîkî li pêşberî lîreyê Tirk hat tomarkirin.

Ji despêka salê ve, lîreyê tirk li pêşberî dolar ji sedî 22 nirxê xwe winda kir.

Her çiqasî Banka giştî ya tirk di nava parastina nirxê lîreyê tirk de ye, lê heta niha nekariye bênirxbûna lîreyê xwe rawestîne.

Erdogan: Tirkiye pêşdikeve û dema xwe ya herî baş de ye

Serokomarê tirkiye Erdogan piştî nimêja li Ayasofya li ser mijarê axivî û got,

Tirkiye ber bi bilindbûnê ve diçe, lê yên çavê wan heyî û na xwazin bibînin hene.

Tirkiye tam di demek ya firînê de ye.

Kî çi dibêje bila bêje, emê bi biryardarî rêya xwe dewam bikin.

Erdoganê ku ev gotin kirin, ji pesindayîna zavayê xwe yê ku kirî Wezîrê Darayî jî kêm nema.

Erdogan li ser bertekên li dijî zavayê xwe Berat Albayrak jî bertek nîşan da û got ” Yên ku destê xwe nagihêjin tirî dibêjin tirşe”.

CHP bersiv da Erdogan: Tişta pêş dikeve tenê zêdebûna bêkariyê ye

Li ser gotinên Erdogan yên welat ber bi pêşketinê ve diçe, Berdevkê CHP’ê Faik Öztrak bertek nîşan da.

Faik Öztrak li ser hesabê xwe yê twitterê ev peyam weşand:

“Di nava 2 salan de, dahatuya darayî 125 milyar dolar kêm bû.

Tişata bilind bûyî bêkariya nêzî 4 milyon kesî ye.”

Back to top button