Gerîla ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê li dagirkeran dan

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.
Gerîlayan ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin kuştin û çeperên dagirkeran jî hatin rûxandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane bi çalakiyan bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşan û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir;

“13’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li Girê Azad ji du baskan ve çalakiyek hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li 2 kozikên dagirkeran xist. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin îmhakirin. Baskê duyemîn jî li 2 kamerayên mobesse yên li ser gir xist û îmha kir.”

Hat diyar kirin gerîlayên YJA Starê ev çalakî ji bo bîranîna ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ li dar xistin.

HPG’ê destnîşan kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî li herêma Avaşînê jî li dijî dagirkeran çalakî hate lidarxistin.

Hate diyar kirin gerîlayên YJA Starê 1’ê Hezîranê li qada Tabûra Ereban li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt lidarxistin.

Hat gotin di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê diyar kir 13’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker bi teqemenî û gazên bi jehr êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

Hat diyar kirin 14’ê Tîrmehê jî artêşa Tirk a dagirker ku nekarî li hemberî hêzên gerîla li Werxelê encamê werbigire, kamera bi kûçikekî ve kir û hewl da bişîne nava tunelên şer.

Hat gotin ev kûçik hate bêbandorkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 13’ê Tîrmehê derdora gundên Êdînê, Kêste û Hirorê yên bi ser navçeya Kanî Masî a bi ser Amediyê û Qada Goşînê ya herêma Xakurkê hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button