Li Til Temirê çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî ya ku ji hêla Tevgera Hîlala Zêrîn ve tê kirin, dest pê kir.
Piştî Dêrik û Qamişlo îro li navçeya Til Temirê jî Hefteya çandî û hunerî bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye” dest pê kir.
Bi dehan kes ji bo Hefteya Çandî û Hunerî li Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn.
Li Meclisê sînevîzyoneke der barê berxwedana zindanan de hat pêşkêş kirin.
Piştre bernameya Hefteya Çandî û Hunerî hate eşkere kirin.
Yek ji rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a li navçeya Til Temirê, Lînda Oskan derbarê mijarê de axivî û got.
“Bi çand û hunera netewa demokratîk, dê dagirkeriyê têk bibin û bigihêjin serkeftinê.”
Tê payîn ku çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî yên ku ji hêla Tevgera Hîlala Zêrîn ve tên birêxistinkirin li Til Temirê 5 rojan berdewam bike.