QSD’ê du zarok radestî Navenda Parastina Zarokan kir

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê îro du zarok radestî Navenda Parastina Zarokan kir.

QSD’ê herdu zarokên bi navê Yamin Berekat yê 15 salî û Mihemed Cemîl yê 16 salî ji bo vegerin malên xwe, ew radestî Navenda Parastina Zarokan a Kantona Hesekê kir.

Radestkirin li Meclisa Kantona Hesekê bi amadebûna endamên Navenda Parastina Zarokan, hejmarek mafnas û tevî xizmên zarokan pêk hat.

Ji hiqûqnasên Meclisa kantona Hesekê Xalid Cebir derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku heya niha 8 zarok hatine vegerandin û QSD’ê di vê çarçoveyê de bi awayekî erênî tevdigere.

Hevseroka Navenda Parastina Zarokan Di Rewşên Şer De ya kantona Hesekê, Merwa Heysem jî got:

“Piştî ku malbatên zarokan gilî dikin, em yekser bi QSD’ê re dikevin têkiliyan, QSD jî zarokan radestî me dike.”

Back to top button