Partiya Çep a Kesk li Êlih û Bazîda Agiriyê 2 buroyên hilbijartinê vekirin.
Partiya Çep a Kesk li Taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê buroya hilbijartinê vekir.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û aktivîst û parlementer beşdar vekirina buroyê bûn.
Li wir Pervîn Bûldan axivî, gel silav kir û ev tişt anî ziman: “Em ê îşev buroyekê vekin.
Hêvîdar im ku ev vekirinên me yên buroyan ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê bi xêr bin.
Ev buroyên me dê ji bo siberoja me û ji bo azadî û edaletê roleke mezin bilîzin.
Gelê me dê heya êvara hilbijartinê van buroyan tije bike û ev buro dê di ser re biqulibin.
Em bi gelê Êlihê bawer in, em bi we bawer in.”
Piştî axaftinê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin û govend hat gerandin.
Li Bazîda Agiriyê jî jî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin.
Buroy li Kolana Îsmaîl Beşîkçî ya Taca Çîftpinarê hat vekirin.
Beriya vekirina buroyê, girse li serê kolanê li hev kom bû û heya buroyê meşiyan.
Li wir axaftin hatin kirin û gel hat silavkirin.