Amerîka dest bi perwerdekirina leşkerên komara Qibrisê dike

Waşingtonê ragihand ku ew ê dest bi bernameya perwerdeya leşkerî ya ji bo Komara Qibrisê a Başûr bikin û destnîşan kir ku ev yek weke pêngaveke li dijî planên Enqereyê yên li ser Behra Spî ye.

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Qibrisa başûr duh bi daxuyaniyeke ragihand ku ew ê perwerdeya leşkerî bidin leşkerên Qibrisê.

Balyozxaneyê da zanîn ku ev gav ji bo ewlehî û parastina şîrketên enerjiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî hatiye avêtin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Lefkoşayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku DYA kêfxweş e ku perwerdehîya leşkerî bide komara Qibrisê.

Wezirê Derve yê DYA’yê jî piştrast kir ku ji bo aramîya li Rojhilatê Behra Spî ew ê perwerdeyê bidin leşkerên Qibrisê ya ku endamê Yekîtîya Ewropayê ye.

Serokkomarê komara Qibrisê Nîkos Anastasîadîs:
Emê nehêlin tirkiye planên Emperyal li Behra Spî pêk bîne

Serokkomarê Qibrisê Nîkos Anastasîadîs jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ewê nehêlin dewleta Tirk polîtîkayên emperyal li Behra Spî pêk bîne.

Anastasîadîs bang li hêzên navneteweyî kir ku li pêş polîtîkayên tevlîhevîyê yên Tirkîyê ên li Behra Spî sînorekî deynin.

Back to top button