Iraq..Barageha DYA ya li Eyn El Esed bû hedefa roketan

Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku bi 14 roketan êrişî baregeha Ayn El Esad ya leşkerên Amerîkayê lê ne hatiye kirin.

Berdevkê koalîsyonê Wayner Marotto li ser Twîtterê daxuyanî da û got;

“Li gorî saeta herêmî, saet 12.30’an bi 14 roketan êrişî baregeha hewayî ya Eyn El Esadê hate kirin.

Roket li baregehê û derdora wê ketin.

Li gorî agahiyên pêşîn 3 birîndar hene.”

Doh jî bi dronên bombebarkirî êrişî balefirgeha Hewlêrê hatibû kirin.

Li balefirgehê baregeheke koalîsyonê heye.

Ji serê salê û heta niha 49 êriş li dijî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.

Bikaranîna dronên nû ji bo koalîsyonê yek ji pirsgirêkên bingehîne.

Sîstema parastina hewayî yên C-RAM’ê nikarin van dronan zeft bikin.

Hêzên DYA hefteya derbasbûyî li Iraq û Sûriyê bendên Haşdî Şabî bomberdûman kiribû û nêzî 10 çekdar hatibûn kuştin.

Ji wê demê ve, êrişên li dijî hêzên DYA yên li Iraqê zêde bûye.

Back to top button