Rojekê av nedane rojnamevanên girtî

9 rojnamevanên ku di 25’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin di 29’ê Cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Ev 9 rojnamevan li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û rojekê av nedane wan.

5 rojnamevan li têketina Girtîgeha Sîncanê rastî ferzkirina lêgerîna tazî û jimariya li ser pêyan hatine.

Rojnamevanan jî bertek nîşandane û gotine wê van ferzkirinan qebûl nekin.

Her wiha hat ragihandin ku rojekê av nedane rojnamevanên di qawîşa 5’an de.

Her wiha 4 rojnamevanên din jî li Girtîgeha Sîncanê di hucreyên yekkesî de ne û wan yek bi yek derdixin cihê hewa girtinê.

Back to top button