Nûnerê Amerîkî bi şêx û rûspiyên eşîrên Dêrikê re civiya

Nûnerê Amerîkî yê taybet bo Sûriyê David Brownstein, bi Meclisa Eşîr û Rûspiyên rojhilatê Sûriyê re civiya.

Civîn li Dêrikê li dar ket û rewşa herêmê, her wiha sûcên dewleta Tirk li dijî herêmê bi nûnerê Amerîkî re hatin biparvekirin.

Endamên meclisê dagirkirina Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî bi bîr xist û got: “Ev sûc li ber çavên Amarîka û Rûsyayê çêdibin, lewma daxwaza herêmeke ewle kir.”

Rûspiyan rewşa aborî û gelek mijarên din jî anîn ziman.

Nûnerê Amerîkî Brownstein jî axivî û diyarkir, ew hatiye li nerînên rûspiyan guhdarî bike, da ku dengê wan bigihîne aliyên peywendîdar û hinek guhertinan li ser erdê çêbikin.

Brownstein bi bîr xist jî ku ew bi Fermandar Mazlûm Ebdê û Rêveberiya Xweser re civiyaye û soz daye ku wê di demên pêş de gavên erênî werin avêtin.

Back to top button