
Niştecihên kampa Ebû Xeşeb a li bakurê Dêrazorê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bakurê Dêrazorê meşeke girseyî li kampa Ebû Xeşeb ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.
Di pêşengtiya Ciwanên şoreşger de li bakurê Dêrazorê meşeke girseyî li kampa Ebû Xeşeb hate lidarxistin
Meş bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re” û”Em parastina destkeftiyên şoreşê bikin” pêk hat
Bi dehan nîştecihên kampê beşdarî meşê bûn.
Piştî ku meşvan li kampê geriyan û li qada avahiya rêveberiya kampê daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin û çalakvana teqezkirin ku ewê bi rihê apoyî axa xwe ji dagirkeriya tirkiyê biparêzin.