Mala Êzidî ya herêma Cizîrê: Divê NY planên li ser Şengalê rawestîne

Îro civaka Êzidî Çarşema Sor pêşwazî dike.. Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Sersala Êzidî li tevahî Êzidiyan pîroz kir û bang li NY’yê kir li hember komployên li ser civaka Êzidî xwedî helwest be.

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê hêvî kir ku ev cejn bibe cejnek aştî û hezkirinê ji bo tevahî civakê.

Mala Êzîdî bal kişand ser planên li dijî Şengalê û got:

“Divê em Şengal, xaka kal û mezinên xwe biparêzin.

Plana li ser tê meşandin mezin e, divê NY li hember vê yekê xwedî helwest be”.

Mala Êzîdî bang kir ku divê NY bûyera li dijî Êzidiyên li Şengalê pêk hatiye, wek jînosîd nas bike.

PYD’ê sersala civaka Êzidî pîroz kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi daxuyaniyeke Çarşema Sor li civaka Êzîdî pîroz kir û ev cejin wek vejîna nasnemaya dîrokî û çandî ya ku dijminên mirovahiyê ‎hewl dan wê tune bikin, hesiband.

Meclisê bang li kesên ku cejnê pîroz bikin kir ku tedbîrên xwe ji parastina ji vîrûsa Coronayê bigirin.

Back to top button