YSP: Ji vê rewşê neteweyên yekbûyî berpirsyar e

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên li dijî bakur û Rojhilatê sûriyê, li Bakûrê Kurdistanê jî bertekên tund hatin nîşan dan.
Partiya HDP, YSP û Tevgera jinan diyar kirin desthilta AKP-MHP’ê sivîl û siyasetmedaran qetil dike û gotin: ji vê rewşê Neteweyên Yekbûyî berpirsyar e.
Aliyan bang kirin ku, protokola pêvek a 4’emîn a Peymana Cinevê dibêje ku di şer de nabe ku li dijî sivîlan êriş bên kirin.

Derbarê mijarê de Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş jî li Meclisê daxuyanî da.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivîl û siyasetmedaran qetil dike û got:

“Ji vê rewşê Neteweyên Yekbûyî berpirsyar e.”

Meral Daniş da zanîn desthilata AKP ji ber destûra êrişa negirtiya bi sûîkastan her kesî armanc digire û wiha got:

Ev rewş, veguheriye rewşekî sîstematîk. Ev yek komkujî ye.

Protokola pêvek a 4’emîn a Peymana Cinevê dibêje ku di şer de nabe ku li dijî sivîlan êriş bên kirin.”

Rêxistinên Jinan ên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên li dijî gelên bakur û Rojhilatê sûriyê, tevgera jinan ên Bakurê Kurdistanê jî bertek nîşan dan.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan diyar kirin ev êrişên hewayî ji rêzê nîn in û ev tişt anî ziman:

Ev êriş bi zanebûn tên kirin û hevalên me jin tên qetilkirin. Ev peyamek e.

Li bakur bi ser neketin niha jî dixwazin tola Bakur ji Rojava hildin. ”

33 Partî û rêxistinên siyasî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

KCD: Bi navê dîplomasiyê Mesrûr Barzanî êrişên li dijî Rojava rewa dike

Artêşa dagirker gundê Til Şeîr yê Tirbespiyê erebeyek kir armanc

Back to top button