KCD: Bi navê dîplomasiyê Mesrûr Barzanî êrişên li dijî Rojava rewa dike

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ev êrişa ku li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û cîgirêa wê şermezar kir û daxuyakirin ku Mesrûr Barzanî jî bi serdana xwe ya Enqerê van êrişan rewa dike.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), şehîdxistina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma şermezar kir û got:

“Rejîma yekperest ya faşist ya AKP-MHP’ê bi her awayî êrişî destkeftiyên gelê Kurd dike.

Li başûr çekên kîmeyewî bikartîne, bi destê PDK’ê û hikûmeta Iraqê dixwaze Şengalê bê statû bihêle. Wargeha Mexmûrê dorpêç bike.

Li Rojava bi êrişan dixwaze destkeftiyên kurdan ji holê rabike.

Şehîdxitina hevserokê kantona Qamişlo sûc e.

Binpêkirina mafê mirovan û hiqûqa navnetewî ye,

Ev êriş li dijî partî, sazî û rêxistineke Kurd pêk nayên, li dijî berjewendi û destkeftiyên gelê Kurd pêk tên,

Dema ev êriş pêk hat Mesrûr Barzanî li gel Erdogan bû. Mesrûr barzanî bi navê dîplomasiyê van êrişan rewa dike.”

KCD’ê bang PDK’ê kir ku li dijî destkeftiyên kurdan bes bi dijminê vê gelî re hevbikin.

Her wiha KCD’ê bang NY kir ku heta kengê wê bêdeng bimîne.

Back to top button