Bi cezayên disîplînê tecrîda li dijî Rêber Apo didome û jê ti agahî nayê wergirtin.
Nivîskar Havîn Guneşer destnîşan kir ku bi dorpêçkirina fîzîkî ya Rêber Ocalan re dixwazin kurdîtiyekê biafirînin ku şerê wan bimeşîne û gelê Kurd bixin bin şîdeta fîzîkî.
Berdevka ‘Însiyatîfa Navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî-Li Kurdistanê Aştî’ nivîskar Havîn Guneşer têkîldarî tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo nirxandin kir.
Nivîskar Havîn Guneşer diyar kir ku polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin polîtîkaya rizandinê ye û wiha got:
“Siyaseta ku di dema dawîn de li Îmraliyê tê meşandin, siyaseta rizandinê ye.
Li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û birêz Ocalan polîtîkayên cuda hatine ceribandin.
Niha birêz Ocalan dixin bin dorpêçeke bi vî rengî ya fîzîkî û gelê Kurd dixin bin şîdeta fîzîkî.
Dixwazin birêz Ocalan li wir bihêlin û di warê tenduristiyê de birizînin û ev yek ji bo civaka Kurd jî derbasdar e.
Lê belê ev plan ji bo hemû tirkiyê xeter e.”
Keskîn Bayindir: Siyaseta Tirkiyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye